1. nivîskar, rojnamevan û wergêreke kurd e. bi eslê xwe ji misircê ye. van roja pirtûka xwe ya sêyemîn a bi navê berbang jî şahid e derxistiye. |
|
22.05.2014 20:54 |
oxir
|
2. Çîrok, werger û gotarên Amed Çeko Jiyan di weşanên wekî Çirûsk, Kulîlk, Kulîka Ciwan, Kovara W û Azadiya Welat de weşiyane. Bi dehan fablên Ezop wergerandine kurdî û di rojnameya Azadiya Welat û Kovara Peyvê de weşandine. di wergerên ubuntu, firefox, kde û hin bernamên din de xebatên hêja kiriye. |
|
22.05.2014 21:00 |
jaro
|
3. komputergereke kurd e ku berê me di malpera pckurdê de bi hev re kar dikir. pirtûka wî jî ser xêrê be. îşelleh em ê peyda bikin û bixwînin. |
|
22.05.2014 21:27 |
simurg56
|
4. niha nizanim lê berê berpirsiyarê 2-3 rûpelên azadiya welat bû. |
|
27.05.2014 21:19 |
simurg56
|
5. nivîskarê ku ji aliyê devletê ve bêyî ku sûcekî kiribe sûcdar hatiye nîşandan û li gor encama mehkemê 6 sal 3 meh ceza xwariye. Daxuyaniya wî ya li ser facebookê. |
|
13.01.2015 06:20 |
oxir
|
6. li gorî gotina wî bixwe, ji ber kar û xebatên xwe yên ji bo kovara çirûsk doz lê hatiye vekirin. xwedê bike îtîraza parêzerê wî were qebûlkirin. |
|
13.01.2015 09:23 |
simurg56
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |